Endamên Meclîsên Gel ên Şengalê aloziyên van demên dawiyê li Şengalê rû didin weke, hewldana pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê destdigirin û dibêjin: “Aloziyên li herêmê rû didin bi piştgiriya PDK’ê çêdibin. Dixwazin Peymana 9’ê Cotmehê pêk bînin û li Şengalê tevlîheviyê derbixin.”
Endam û rêveberên Meclîsên Gel ên Şengalê derbarê rewşa Şengalê û nêzîkatiyên hikûmeta Iraqê li hember civaka Êzidî de axivîn û dan diyarkirin ku ev nêzîkatiyên di vê demê de cihê gûmanê ne, bi vê yekê re, banga yekîtîyê li tevahiya Êzidiyan hate kirin.
Endamê Meclîsa Gel Bapîr Elî, diyar kir ku ew wek civaka Êzidî, civakekî azadîxwazin û got: “Em dixwazin li ser axa xwe bi azadî jiyan bikin, lê Iraq dest ji me bernade.
Her hêzek ji derveyî me hat, dixwaze xwe li ser me serwer bike. Lê ji derveyî hêzên me tu kes me naparêze.
Ev hêzên me ku di dema fermanê de parastina axa Şengalê kirin, niha Iraq êrişê ser wan hêzan dike. Zarokên me ku ji bo parastina Êzidiyan çek rakirine, 5 ji wan ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine girtin. Ev ne qanûnî ye û divê Iraq rêz li Êzidiyan bigire.
Me tu tiştek ji dewletê nexwestiye û tenê em dixwazin li ser axa xwe bijîn.
Lê Iraq bi awayekî ne qanûnî nêzî civaka me dibe. Dema ev der dibin kontrola Iraqê de bû, Iraq erka xwe bicîh ne anî. Niha jî Iraq tu mafeke me nas nekiriye. Ew çeteyên ku ferman bi ser me de anîn li Iraqê, ji me zêdetir mafê wan heye.”
Endamê Meclîsa Gel a Xanesorê Hazim Helîqî jî diyar kir ku ji berê ve Iraq wek welatekî qewmpereste, her car bi guhertina desthilatê re derbe li kêmîneyan xistiye û hebûna kêmîneya li Iraqê de ketiye bin metirsiyê. Eger em berê xwe bidinê li Iraqê ji bilî Êzidiyan gelek kêmîneyên din jî hebûn, lê niha her diçe berbi tunebûnê ve diçe.”
Hazim êrişa artêşa Iraqê ya 18’ê Adarê a li ser hêzên YBŞ’ê jî bibîrxisti û diyar kir ku Iraq dixwaze xwe li ser gelê me serwer bike û destkeftiyên gelê me nehêle. Hazim di dewama axaftina xwe de got: “Iraq dixwaze Êzidiyan jî mîna kêmîneyên din ji Iraqê koçber bike. Lê me hêza xwe heye û em tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernadin. Heya kesek ji me heye, emê li ser piyabin û hêzên xwe bi tenê nehêlin.”
Hevserokê Meclîsa Gel a Borikê Feqîr Berekat jî, êrişên hikûmeta Iraqê wek pîlanek dibîne û dibêje: “Iraq ser çend beşan ve dabeş buye. Beşek jê dibin kontrola Emerîka û hinek jî di bin zextên Îran û Tirkiyê dene.”
Berekat di dewama axaftina xwede got: “Ev buyerên ku li Şengalê diqewimin, pîlanên derve ne û herkes dixwaze herêma me ji bo berjewendiyên xwe karbîne.
PDK’ê ku di dema fermana 3’yê Tebaxê de em di nava destê çeteyan de hiştin û reviya, niha jî dixwaze tevliheviyan li Şengalê derxe.
Hedefa van pîlanan pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê ye. Ji bo hêcet ji PDK’ê re çêbibe û bibêje vaye Şengal ne ewleye, ew bi xwe tevliheviyan derdixe.”
Di dewama axaftina xwe de Berekat îşaret bi rewşa Şengalê ya niha jî kir û got: “Ji her kesekî zêdetir Iraq dijminatiya me dike û dixwaze Êzidiyan ji xwe re bikar bîne. Eger em berê xwe bidinê, li tu cihekî Iraqê, bi qasî Şengalê hêzên leşkerî nehatine bicîh kirin.
Eger ev hêz ne ji bo li dijî me bikar bîne, gelo ji bo çi ne? Em dixwazin ji her kesekî bipirsin, gelo me çi ji Iraqê kiriye ewqas dijayetiya me dike? Ev nêzîkatiyane cihê gumanê ne. Pêwîste em baş zanibin tu xêrxwazekî me di Iraqê de nîne. Ji bilî sîstema rêveberiya xweser, tu tiştek nikare me ji fermana xilas bike. Lewma pêwîste em destê xwe bidin hev.”



