Rayedarekî Îsraîlê ragihand ku Îsraîl naxwaze li Sûriyê bi dewleta Tirk re bikeve nava şer û naxwaze Tirkiyê li ser sînorê wan bimîne.
Piştî zêdebûna aloziya di navbera Îsraîl û dewleta Tirk a dagirker de û êrişên esmanî yên Îsraîlê yên li dijî baregehên leşkerî li Sûriyê, rayedarekî payebilind ê Îsraîlê got:
“Îsraîl naxwaze li Sûriyê bi Tirkiyê re şer bike, her wiha naxwaze Tirkiyê li ser sînor be.
Em hêvî dikin Tirkiyê jî vê yekê nexwaze.”
Fîdan piştî civîna wezîrên karên derve yên dewletên NATO’yê ku li Brukselê pêk hatibû, gotibû ku ew jî naxwazin li Sûriyê bi Îsraîlê re şer bikin, lê kiryarên Îsraîlê rê li ber bêaramiya herêmê vedikin.



