Gelê kantona Firatê ku ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket, dê çalakiya nobetê ji şêniyên Tebqa, Reqa û Dêrazorê dewr bigire.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê Çileya 2025’an ve ji bo parastina bendavê û nîşandana dijbertiya xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, nobeta parastinê digire.
Koma 7’an a şêniyên bajar û gundewarên Kobanê îro li Qada Şehîd Egîd û şêniyên bajarê Eyn Îsa û gundewarên wê li ber avahiya meclisa bajar hatin gel hev û ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket.



