Ev demeke em qal dikin ku dewleta Tirk hêzek li Iraqê bi cih kiriye û ew xistine nav Hêzên Pasewanên Nînovayê de.
Serokê Komeleya Şebek ya li parêzgeha Nînovayê Seîd Silêman jî hebûna hêzên dewleta Tirk ya li nav xaka Hêzên Pasewanên Nînovayê de piştrast kir.
Seîd Silêman dibêje; “Ev hêz girêdayî dewleta Tirk e û dewleta Tirk bi rêya perwerde û kelûpelan piştgiriya vê hêzê dike.
Silêman bang li hikumeta Iraqê kir ku binpêkirinên dewleta Tirk yên li nav xaka Iraqê rawestîne.
Beriya vê jî di 2’yê Nîsanê de Sekretêrê Giştî yê Esayîb Ehlî Heq Qeys Xezelî got ku bi hezaran çekdar ji aliyê Tirkiyê ve tên perwerdekirin û rêvebirin.
Her wekî Qeys Xezelî gotibû bi dehan kes li Nînova û Kerkûkê hatine bicihkirin û li Tirkiyeyê tên perwerde kirin.
Bi hevkariya desthilatê jî komek ji van kesan di nava hêzên Heşdî Şeebî de hatine bicihkirin, niha dibin navên hêzên Heşdî Şeebî de mûçeyê xwe werdigirin.



