Li dijî Serokê DYE Donald Trump û polîtîkayên wî li gelek bajarên DYE’yê gel daket kolanan.
Li dijî Trump û şêwirmendê wî Elon Musk, li DYE’yê zêdeyî 200 çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.
Çalakvanan liv û tevgera rêveberiya Trump a li hemberî koçberan, qutbûnên di saziyên federal û bernameyên hikûmetê de û polîtîkayên tarîfeya gumrukê rexne kirin.
Di çalakiyan de bang hat kirin ku Trump ji wezîfeyê were girtin.
Li paytext Washingtonê tenê bi hezaran çalakvan li nêzî Qesra Spî hatin ba hev û siloganên mîna “Ne serokê min e!”, “Dest ji têkbirina Emerîkayê berdin!”, “Destê xwe ji hêza hiqûqê bikêşin” û “Dest nedin ewlehiya civakî” hatin gotin.
Li bajarên mîna New York, Atlanta, Boston, Miami û Charlotte jî çalakiyên hîn mezintir hatin lidarxistin.
Li bajarên Ewropa yên mîna Berlîn, London, Roma û Parîsê jî li dijî hikûmeta Trump çalakî hatin lidarxistin.
Ji dema ku Trump hatî ser wezîfeyê, xebatkarên federal di çapa mezin de ji kar derdixîne û Wezareta Perwerdeyê jî di nav de gelek sazî bi temamî girtin.
Demokrat û pispor vê nêzîkatiya wî weke gefeke mezin a li dijî demokrasiyê dibînin.



