Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku 11 dronên Ukrayna li ser xaka xwe xistine.
Ukrayna jî da zanîn ku Rûsya bi moşekan êrişî Kîevê kiriye û 2 kes birîndar bûne.
Li ser vê mijarê Wezareta Parastinê ya Rûsya daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Dron li ser Kursk û Belgorodê yên sînorî û herêma Rostovê ya li başûrê Rûsya hatin îmhakirin.”
Her wiha rayedarên herêma Rostovê diyar kir ku parçeyên dronan li avahiyên rêveberiyê ketine.
Rêveberiya leşkerî ya Kîevê di daxuyaniya xwe ya de wiha anî ziman:
“Êrişa hewayî bû sedem ku li herêmên Darnitsky û Obolonê şewat derkeve.”
Hate diyarkirin ku şaredarê bajêr Vîtalî Klîçko der barê êrişa li Kîevê de agahî dan û got:
“Li paytextê teqîn rû didin.
Êrişa bi moşekan a li ser Kîevê dewam dike.”
Klîçko da zanîn ku li navçeya Darnitsky (başûrê rojhilat) herî kêm 2 kes birîndar bûne.
Girêdayî mijarê, Fermandeya Operasyonên Hêzên Çekdar ên Polonyayê ragihand ku piştî êrişên hewayî yên Rûsyê ên li ser rojavayê Ukraynayê.
Balafirên polonî û yên hevalbendên ji bo dabînkirina ewlekariya esmanê Polonyayê îro serê sibê rabûn.



