Di êrişên Îsraîl ên li ser Xeza û Xan Yûnisê de bi kêmanî 12 kes hatin kuştin.
Hate ragihandin ku di êrişên îro yên Îsraîlê ên li ser Xan Yûnisê ya başûrê Xezayê de 9 kes hatin kuştin.
Her wiha di êrişa li ser taxa Şûcaiyê ya dijî malekê de hin kesên din hatin kuştin.
Hate diyarkirin ku droneke artêşa Îsraîlê li naverasta Xan Yûnisê malek bombebaran kir û di encamê de hin filistînî hatin kuştin.
Hate zanîn ku di êrişa li ser herêma Miwasî ya rojavayê Xan Yûnisê de jî zarokek hatiye kuştin.
Li gorî agahiyan, di êrişa li ser taxa Zeytûnê de jî bi kêmanî 2 kes hatin kuştin û hin kes birîndar bûne.



