Desthilata Şamê li Himsê 20 kesên ku beşdarî kongireya “Temasuk” bibûn, binçav kirin.
Nûçegihana me Roza Heyder ji Şamê ragihand ku îro her20 kes ji hêla Desthilata Şamê va hatin berdan.
Duh şemiyê hêzên desthilata Şamê 20 kesên ji parêzgeha Siwêdayê girtin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR’ê ragihand ku kesên girtî beşdarî Kongreya “Temasuk” bibûn.
Li gorî wê, ew kesên girtî di dema ku berê xwe dabûn Reqa ji bo ku beşdarî çalakiyê bibin, hatine girtin.
Hêzên Şamê bêyî tewanan wan diyar bike ew birin şaxekî ewlehiyê.
Nûçegihana me li Şamê Roz Heyder eşkere kir ku desthilata Şamê îro ew kes berdane.
Di 22`ê Adarê de li Şamê bi beşdariya komek partiyên siyasî û saziyên sivîl, di nav wan de Meclisa Sûriyeya Demokratîk, civîneke çapemeniyê hat lidarxistin,
Di civînê de avakirina “Hevpeymaniya Hevwelatiyên Sûriyê yên Wekhev” ku xwe bi navê “Temasuk” da nasîn, hat ragihandin.



