Tulay Hatîmogûllari diyar kir tecrîda li Îmraliyê didome û da zanîn şertên xebat û jiyanê yên azad ên Rêber Apo tavilê bên avakirin û divê dewlet bersiva banga Rêber Apo bide.
Tûlay Hatimogûllari bal kişande li ser bandora buyerên li Sûriyê ya li ser Tirkiyê û got, “Em bi avakirina Sûriyeke demokratîk re ne. Ger peymana civakî ya Rêveberiya Xweser li seranserî Sûriyê bikeve meriyetê, wê bi xwe re çareseriyên mayinde bîne.”
DEM Partî li navenda xwe a giştî bi hevserokên bajaran re civîn lidarxist. Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogûllari beriya civînê li ser mijarên di rojevê de axivî.
Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê gelek girseyî derbas bûn vê yekê bandor li meşa Amarayê jî kiriye.
Tulay Hatimogûllari: Desthilata Tirkiyê hê jî bersiva banga Ocalan nedaye
Tulay Hatîmogûllari wiha berdewam kir;
“Li Amarayê daxwaza hevpar a gel, azadiya birêz Abdullah Ocalan bû. Peyama sererastkirina şert û mercên birêz Ocalan pir xurt hate dayin. Xwedîderketineke mezin hebû.
Bi milyonan kesên daketin qadên Newrozê, bang li dewletê kirin ku bersiva banga aştî û civaka demokratîk bide û gavan biavêje.
Lê mixabin desthilatê hê jî gavên şênber neavêtiye.”
Tulay Hatimogûllari: Tecrîda li Îmraliyê hê jî didome divê Ocalan azad bibe
Tûlay Hatimogûllari da zanîn tecrîda li Îmraliyê hê jî berdewam dike û û got,
“Çi dibe bila bibe divê tavilê şert û mercên xebat û jiyanê yên azad bên avakirin. Hem wê navê diyalogê li pêvajoyê bikin hem jî wê vê pêvajoyê bêdiyalog bimeşînin. Tiştekî wiha nab e. Hêvîdarin dewlet û desthilat vê rast binirxîne.”
Hevseroka DEM Partî buyer û pêşketinên ku li Sûriyê diqewimin jî nirxand û bal kişande li ser bandora wê ya li ser Tirkiyê û ev nirxandin kir;
Tulay Hatimogûllari: Em bi avakirina Sûriyeke demokratîk re ne
“Li Tirkiyê kaoseke cidî heye. Ev pêşketin eleqeya xwe bi Sûriyê û Rojhilata Navîn re hene.
Buyerên li Sûriyê yekser bandorê li me û Tirkiyê dikin. Buyerên piştî guherîna rêveberiya li Şamê diqewimin, erênî nînin. Êrişên ser gel û baweriyên cuda didomin. Li dijî van êrişan, em bi avakirina Sûriyeke demokratîk re ne.
Ger peymana civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li seranserî Sûriyê bikeve meriyetê, wê bi xwe re çareseriyên mayinde bîne. Ev yek wê yekser bandorê li Tirkiyê jî bike.”



