Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê civîna xwe lidarxist, di civînê de rewşa dawî ya Herêma bakur û Rojhilatî Sûriyê û Helebê hat nîqaş kirin.
Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, rêveber û berdevkên meclisên leşkerî yên hêzên QSD’ê ji hemû herêmên Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn.
Di civînê de lihevkirinên bi desthilata Şamê re, peymana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hewldanên aliyên navnetewî ji bo ev lihevkirin û peyman bighêje serî hat nîqaşkirin.
Her wekî rewşa elewehî û aramaya herêmê û xurtkirina wê, rewşa siyasî ya dawî û giringiya pêkanîna agirbestê li seranserî Sûriyê hat nîqaşkirin.
Piştî nîqaşan beşdaran raporên kar û xebatên xwe yên leşkerî xwendin.
Civîn bi girtina biryarên rêxistinî û leşkerî bi dawî bû.



