Desteya Meteorolojî û Erdhejê ya Iraqê ragihand di meha Adarê de li Iraqê 46 erd hej çêbûne.
Desteya Meteorolojî û Erdhejê ya Iraqê derbarê erdhejên li Iraqê di meha Adara îsal de çêbûne, daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê di meha Adara îsal de li navxweyî ya Iraqê 46 caran erd hej çêbûye.
Hate gotin ku piraniya erd hejan li Diyale, Xaneqîn, Kifrî, Silêmanî 17, Hewlêr, Dihok, Nînova, Kerkûk û Selahedînê çêbûye.
Desteya Meteorolojî û Erdhejê ya Iraqê da zanîn ku di erdhejên çêbûyîn de ti ziyanek canî û madî çênebûye.



