Piştî 3 rojan ji lêgerînê, operasyona ewlekariyê a li kampa Roj bi dawî bû.
Asayîşa Jin û YPJ’ê di operasyonê de 16 çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê girtin.
Her wiha hejmareke zêde ji alavên leşkerî hatin desteserkirin.
Navenda Ragihandinê a Asayîşê-jin bi daxuyaniyekê bidawîbûna operasyonê li kampa Roj ragihand.
Asayîşa Jin eşkere kir ku operasyona ji aliyê asayîşa jin û YPJ piştî 3 rojan a ji karên ewlekariyê, bi awayekî serkeftî bi dawî bû.
Tîmên Îstixbaratî li gorî agahiyên xwe bi şev operasyonên taybet li dar xistin.
Asayîşa Jin diyar kir ku Ev operasyon wekî gava pêşîn bi plan hate kirin, li ser esasê agahiyên rastîn ku nîşan dida ku tevgerên şaneyên DAÎŞ di nav kampê de heye da ku xwe ji nû ve bi rêxistin bikin.
Her wekî da zanîn ku wan di operasyonê de li hemû beşên kamp bi temamî geriyane û paqij kirine.
Hêzên Asayîşa Jin:16 çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan hatin girtin
Di encamê de 16 çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê û gelek alavên leşkerî hatin girtin.
Li rex van jî tunelek di kampê de hate dîtin.
Asayîşa-jin destnîşankir ku ev şane dixwestin Îdyoloja DAÎŞ li ser zarokên kampê ferz bikin, bi armanca avakirina hawirdoreke ku piştgirî ji fikirên metirsîdar re bike.
Dawiyê Asayîşa jin tekez kir ku ewê ji bo aramiya li herêmê têbikoşin.



