Kovara The Economist li ser mijara hevrikiya Îsraîl û Tirkiyê ya li Sûriyeyê gotarek weşand.
Li gorî analîza kovarê, bûyerên siyasî û leşkerî yên li Sûriyê diqewimin xwedî wê rîskê ne ku dikarin Tirkiye û Îsraîlê yekser bîne hemberî hev.
Lê belê pirsa ‘Li Sûriyê wê avaniya ewlekarî û rêveberiyê çawa pêk were’ herdu welatan dike dijberên hev.
Li gorî The Economistê, Hêzên Çekdar ên Tirk hefteyên dawî plana wê yekê dikir ku baregehên xwe yên hewayî ên li Sûriyê bi sîstemên parastinê û balafirên bêmirov ên bombebarkirî (SÎHA) dagire.
Bi taybetî tê gotin, amadekarî dikir ku Baregeha Hewayî ya T4 a li nêzî Palmîrayê teslîm werbigire û di şeva 2’ê Nîsanê de balafirên şer ên Îsraîlê li vê baregehê xistin.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Sa’ar anî ziman ku li Sûriyê radestkirina qadên berfireh ji bo Tirkiyê û ‘qebûlkirina bandora Enqereyê’ li ser ewlekariya wan gefeke mezin e.
Wezîrê Parastinê Israel Katz jî hişyarî da û got: ‘Eger Sûriye rê bide hêzên dijminê Îsraîlê wê berdêleke giran bide’.
Di analîzê de dibêje, niha rêveberiya heyî ya Sûriyeyê ji bo jinûve avakirina welêt piştgiriyeke xurt ji Tirkiyê werdigire.
Îsraîl bi fikar e ku ev rewş ‘Sûriyeke di bin bandora Tirkiyê de’ ava bike.
Li aliyê din tê gotin, Erdogan yekparebûna Sûriyê û hikumeteke navendî ya xurt dixwaze, Îsraîl jî xwe nêzî pergaleke federal dike.
Erdogan bi têkiliya xwe ya berê ya bi Donald Trump piştrast e û bi jinûve rojevbûyîna firotina F-35’an dixwaze danûstandinên xwe yên bi DYE’yê re xurt bike.
Di heman demê de hewl dide bi Yekîtiya Ewropayê re jî di çarçoveya garantiyên ewlekariyê yên li Ûkraynayê de têkiliyên xwe sererast bike.
Ev yek hêmaneke ku Tirkiyê ji şerekî tund dûr dixîne.
The Economist bi taybetî qala hesasiyeta Îsraîlê ya li ser ‘hindikahiya Durzî’ dike û destnîşan dike ku ev rewş bi rêveberiya Sûriyê ya nû re nakok e.
Îsraîl û Tirkiyê jî bi fikar in ku Îran ji nû ve li Sûriyê bibe xwedî bandor.
Lê belê pirsa ‘Li Sûriyê wê avaniya ewlekarî û rêveberiyê çawa pêk were’ herdu welatan dike dijberên hev.



