Trump biryara zêdekirina bacê li ser beşek ji welatên cîhanê, ku Iraqê jî digire nav xwe dabû.
Derbarê bandora vê biryarê li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê de, pisporên aboriyê gotin: “Ev biryar bandoreke nerênî li ser asta bazirganiya navnetewî çêdike û asta giştî ya bihayan bilind dike.”
Dr. Xalid Heyder anî ziman ku ev biryar di pêşerojê de dê bandoreke xirab li ser aboriya Amerîkayê jî çêke û got:
“Eger Amerîka bixwaze bi fermî gumrikê li ser petrola Iraqê bisepîne, ji bo petrola xwe her çend qasiyeke zêde jî nîne, wê demê hikûmeta Iraqê dikare kiryarên din bibîne ku bifroşeyê.
Eger kelûpel li Amerîkayê zêde bibin, niha ku otomobîla Honda bi 24 hezar dolare, lê piştî sepandina biryarê dê bibe 40 hezar dolar.
Ev jî dê bibe sedema ku kirîn li bazarên Amerîkayê kêm bibe û di encamê de daxwaza li ser petrol û enerjiyê jî dê kêm bibe.
Ji bo hikûmeta Iraqê rastî zererê neye, divê dolarên zêdetir bixe bazarê yan jî hikûmeta Iraqê dînar çap bike.”
Berdevkê Bazara Pereyan ya Silêmaniyê Cebar Goran jî destnîşan kir ku divê petrol wek piştgiriyek bê bikaranîn, ne wek çavkaniya aborî û got:
“Eger Hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê li ser hinardekirina petrolê bo derveyî welat li hev bikin, mûçeyên karmendên fermî dereng nakevin û rewşa Herêma Başûrê Kurdistanê dê baştir bibe.”



