Amerîkayê girêbestên bi 230 Milyon Dolar li Sûriyê betal kirin.
Li gor çapemeniya amerîkî, Rêveberiya Donald Trump, fînasnekirina programa awarte “programa xwarinê ya cîhanî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê betal kirin.
Li gor belgenamyê, vê programê xwarin bo milyon û nîveke koçberan dabîn dikirin û destnîşan dike ku dê koçberên sûrî herîz zêde ziyanê bibînin.
Ajansa Associated Press a amerîkî got ku fînansekirina programan li Sûriyê û 13 welatên din rawestiyaye.
Li gor belgeyekê ku ji wezareta Karê Derve ya Amerîkayê derketiye herî dawiyê girêbestên bi 250 milyon dolarî li Sûriyê hatin rawestandin.
Ev pereyên han bo Programa Xwarinê ya Navnetweyî û hikek rêxistinên alîkariyê hatibûn veqetandin.
Programa Xwarinê ya Navnetweyî got ku ev biryara hatin wekî kuştina bi miloyên mirovên ku bi birçîbûnê re rû bi rû ne.
Belgeya navborî dibêje ku programa xwarinê alîkariyê dide milyon û nîveke ji kesên birçî.
Her wekî ev fînanse bo Urdin û Libnanê jî hatiye rawestandin û dê koçberên sûrî herî zêde ziyanê bibînin.
Berî niha jî rawestandina alîkariyên Ajansa Geşpêdanê ya amerîkî hişt ku xizmet li Kampa Holê raweste û vê hişt ku tundî zêdetir bibe.
Ajansa Associated Press dibêje ku li gor belgeya Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê girêbestên bi rêxistina “Save The Childirin” û Alîkariya Neteweyî Yekbûyî bi dawî bûne.
Van rêxistina alîkariyên derûnî bo zarok û jinên li Kampa Holê pêşkêş dikirin.



