Di çarçoveya Festîvala 7’an a Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol de, îro jî bi pêşkêşkirina şanoyên nû domand.
Festîvala 7’an a Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol li ser asta Sûriyê û Kurdistanê li bajarê Qamişlo didome.
Festîval di bin dirûşma “Welatparêzê rastîn hunermendekî wêrek e” pêk tê.
Di çarçoveya bernameya festîvalê de, îro 2 şano hatin pêşkêşkirin.
Her wiha semînerek bi sernavê girîngiya şano di avakirina kesayet û civakê de hate dayîn.
Festîval 11`ê Nîsanê bi diyarkirina komên serkeftî bi dawî dibe.



