Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê got, ji ber şerê wan yê li dijî Hizbullah û Îranê li Sûriyê rejîma Baas ya Beşar Esed hilweşiya.
Her wiha bang kir ku divê Sûriye xwedî stratejiyeke serbixwe be û xwe nespêre hêzên derve.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar got:
Tehranê di gelek salan de hewl da Sûriyê ji xwe re bike baregeha pêkanîna êrişên li dijî Îsraîlê.
Îsraîlê êrişên xwe yên li dijî Îranê di hundirê Sûriyê de zêde kirin.
Her wiha pergala çekan ku Îranê bi rêya wê hewl dide ji Sûriyê ve êrişî Îsraîlê bike hat wêrankirin.
Saar di dawiyê de pirsî û got ku gelo wê niha Sûriye stratejiyek serbixwe pêk bîne yan jî wê xwe bispêre hêzeke derve.



