Şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wê cenazeyên sê şehîdên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn spartin axê.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê yê antona Cizîrê merasîma oxirkirina şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk Xidir Mano (Brûsk Mano) ku di 8’ê Çileyê de di berxwedana li bendava Tişrînê de şehîd bibû, Ebdulhemîd El Ebd (Enwer Dêrik) ku d 2’ê Çileyê di berxwedana Tişrînê de şehîd bibû û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El Ebdullah ku di 3’ê Nîsanê de dema li ser erkên xwe bûli Dêra Zorê şehîd bû, li mezara şehîd Dijwar merasîmek li dar xist.
Di merasîmê de nanameya şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Şêrîn Fetah (Gerîla Qamişlo) ku di 20’ê Adara 2024’an de li herêma Tel Rifetê şehîd bibû, hate eşkerekirin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed El Herês axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. El Herês da zanîn ku xwîna şehîdan bingeha jiyana hevbeş û azadiya herêmê ava kir.
Endamê Têkiliyên Leşkerî yê Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Birûsk Hesekê axivî û tekez kir ku xwîna şehîdan misogeriya ewlekariya civakê ye. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan da.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed belgenameyên şeîdan xwend û radestî malbatên wan kir.
Malbatên şehîdan diyar kirin ku ew bi fedekariya şehîdên xwe serbilind in û diyar kirin ku ew ên li ser rêya şehîdan têkoşîna xwe dewam bikin.
Bi berzkirina durişmên şehîd namirin cenazeyên şehîdan li mezara şehîd Djwar spartin axê.



