Cîgirê hevseroketiya Meclisa Gelan a Demokratîk Yasir Silêman diyar kir ku Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê belgeyeke xwecihî ye, lê ew projeyeke destûrî ya niştîmanî ye û divê bi cidî were destgirtin û bibe bingeha destûra Sûriya nû.
Hemwextî rewşa siyasî ya niha û pêwistiya projeyeke niştîmanî ya berfireh, ji bo jinûve avakirina Sûriyê li ser bingehên demokratîk û piralî, bertek û rexneyên ji bo “Danezana destûrî” ya desthilata Şamê zêde dibin.
Piraniya gelê Sûriyê diyar kirin ku ew “Danezana destûrî” hêviyên Sûriyan û pêwîstiyên wan ên avakirina welatekî ji bo hemû pêkhateyan û xwestekên wan ên rewa, pêk nayne.
Li beramberî wê, Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser, weke pêşniyareke destûrî ya niştîmanî ya giştî derdikeve pêş, nûnertiya daxwaza zelal a Sûriyê dike.
Yasir Silêman: Hevpeymana Civakî rûyê rast ê pêkhateyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
Têkildarî mijarê, cîgirê Hevseroketiya Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasir Silêman axivî û got:
“Hevpeymana Civakî tecrûbeyeke realîst û pratîkî ya ku xwe di amadekirinê wê de derbas kir.
Em wek Sûrî rûniştin, me li hev nekir, nîqaş çêbûn, lê di dawiyê de em bi rêya dengdan û diyalogê gihîştin lihevkirinekê.
Ev hevpeyman rûyê rast ê vîna pêkhateyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdixe pêş û ne tenê weke hevpeymaneke niştîmanî ya xwecihî hat sazkirin, lê belê dikare bibe dendika destûra Sûriyê ya giştî û adilane.”
Silêman anî ziman ku Hevpeymana Civakî teqeziyê li ser yekitî û ewlehiya xaka Sûriyê dide û bi hemû rêbazên guncaw banga parastina wê dike û wiha domand:
“Hevpeyman deriyê li pêş qonaxeke nû ya lihevkirineke niştîmanî ya giştî vedike.
Rêveberiya Xweser bi sazkirina hevpeymanê tenê nekir, li kêlek wê jî biyannameyên niştîmanî yên hundirîn û derve dan destpêkirin,
xîtabî tevahî muxaleftên niştîmanî yên rûmet, rêxistinên mafên mirovan, NY’yê, Komkara Dewletên Ereban kir ku piştgiriyê bidin diyaloga niştimanî ya Sûrî ya giştî, da ku tevahî beşên civakê, beşdar bibin.”
YASIR SILÊMAN: HEVPEYMANA CIVAKÎ NE BELGEYEKE XWECEHÎ YE
Yasir Silêman destnîşan kir ku Danezana destûrî formeke demkî ye û nikare ji nû ve Sûriyê ava û tamîr bike û wiha pê de çû:
“Pêdiviya me bi diyalogeke rasteqîn heye
Lê divê em di dawiyê de bigihînin destûrekê ku tu kes li derve nemîne.
Ev destûr jî divê nasnameya Sûriyeya rasteqîn temsîl bike.
Divê diyalogeke niştîmanî ya bi garantoriyên herêmî û navneteweyî kir, ku dikare li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were lidarxistin.
Ji ber ku xaka me ya tevahî Sûriyan e û herêmên din ên Sûriyê jî mala me ye.
Hevpeymana civakî ne belgeyeke xwecehî ye, lê projeyeke destûrî ya niştîmanî ye ku xwe dispêre tecrûbeyeke realîst û divê bi cidiyet were destgirtin û bibe bingeha destûra Sûriyeya nû



