Bi boneya salvegera 32’yemîn a wefata dayika Rêber Apo Ûweyş, endama Rêxistina Sara ya Kantona Firatê ku dayika 3 şehîdan Semîra Ehmed axivî û got:
“Dayika Ûweyş ji tevahî jinan re bû dayik û bû hêza azadiyê û wekheviyê.”
Semîra Ehmed diyar kir ku wan têkoşîn û berxwedana xwe ji dayika Ûweyş girtine û got:
“Dayika Ûweyş tu carî li pêşiya zarokê xwe nebû sînordar, wê dixwest hemû gel di nava azadiyê de bijîn.
Rêber Apo di nava jiyaneke azadî û wekheviyê de mezin kir û Rêber Apo ji bo tevahî gelê di bin zordarî û êşkenceyan de tê koşiya û gel ji bin wê qirkirinê derxist.
Em bi dayika Ûweyş serbilind in, ji ber ku kesayetek mîna Rêber Apo aniye dinê.
Rêbertî jî dibêje dayik civak bi xwe ye û rastiya vê yekê di kesayeta dayika xwe de nas kiriye.”
Semîra Ehmed destnîşan kir ku Dayika Ûweyş bi hêz û têkoşîna xwe tu car li hemberî têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê nesekinî û wiha domand:
“Min jî ew bawerî ji dayika Ûweyş girtibû, min di şerê Kobanê yê 2014`an de tevî zarokên xwe li hemberî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe da.
Hêza têkoşîna me ji mînaka dayika Ûweyş e.
Divê dayik tu carî li pêşiya zarokên xwe nebin asteng, ji ber ku zarokên me ji bo Kurdistaneke azad têdikoşin.



