Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Serokê hikûmeta demborî ya Herêmê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Yek ji mijarên ku wê her du alî li ser biaxivin hinardekirina nefta Başûrê Kurdistanê ye.
Li gorî agahiyan Sûdanî di serdana xwe ya ji bo Herêma Başûrê Kurdistanê de wê li gel berpirsên Herêmê di derbarê çend mijarek de nîqaş bike:
Her wiha yek ji wan mijaran hinardekirina nefta Herêma Başûrê Kurdistanê ye.
Hêjayî bi bîrxistinê ku Ji serê salê ve ev yekem serdana Sûdanî ye ji bo Herêma Başûrê Kurdistanê ye.
Herî dawî Sûdanî di 13’ê Mijdara 2024’an de serdana Başûr kiribû.


