Li Tirbêsiyê ji bo şehîdê berxwedana Tişrînê Ehmed Qamişlo (Mistefa Ehmed Metras) merasîmek hat lidarxistin.
Ji bo şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê Ehmed Qamişlo (Mistefa Ehmed Metras) ku 14’ê Çileyê li Bendava Tişrînê di berxwedana li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê şehîd bûbû, merasîmeke xiyabî hat lidarxistin.
Bi sedan şêniyên Tirbespiyê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî ji bo tev li merasîmê bibin berê xwe da gundê Hilwa yê bajarê Tirbespiyê.
Di merasîmê de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Etiye Hisên sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Meclisa Malbatên Şehîdan ku Kurd, Ereb û Suryan tê de cihê xwe digirin, nimûneya xwişk û biratiya gelan e.
Ev nimûne bi saya Rêber Abdullah Ocalan ê xwediyê fikra neteweya demokratîk e.”
Di merasîmê de endamê Meclisa Têkiliyên Leşkerî Dilbirîn Ferho jî axivî. Ferho di axaftina xwe de bi bîr xist ku QSD ji destpêka ku ava bûye ve, gel û axa Sûriyê diparêze û ji bo belavkirina aramî û têkbirina çete û dagirkeran bi hezaran şehîd dane.
Hevseroka Meclisa PYD’ê ya kantona Cizîrê Ayhan Mûrad jî got: “Em dikarin bêjin ku Sûriya siberojê wê welatekî demokratîk û nenavnedî bo tevahî gelê wê be.
Ji bo vê yekî jî têkoşîn tê meşandin.”
Di dewama merasîmê de endama Meclisa Kongra Star a bajarê Tirbespiyê Munteha Xelîl bal kişand ser têkoşîn û hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got:
“Bi saya fedakariyên hatine danîn, rêveberiyeke xweser a tevahî pêkhateyên herêmê pêk hat. Jin jî pêşengiya civakê dikin.”
Hevserokê Meclisa Gundê Hilwa, Ayid Xelîl jî axivî û diyar kir ku bi saya keda şehîdan û yekitiya pêkhateyan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava aramiyê de ye û got:
“Em soz didin şehîdên xwe ku em ê destkeftiyên wan biparêzin û piştgiriyê bidin hêzên xwe yên leşkerî.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Ehmed Qamişlo hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.



