Di 24 saetên borî de li gelek deverên Sûriyê herî kêm 11 kes hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan got, ev kuştin li herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta tirk de hatine kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan derbarê vê yekê daxuyaniyek da. Li gorî çavdêriyê :
Li bajarê Qirdaha yê Laziqiyê, cenazeyê elewiyekî ku bi kursiyê ve hatibû girêdan û hatibû serjêkirin li mala wî hat dîtin.
Li bajarê Busra El Şam a gundewarê rojhilatê Derayê jî fermandarekî berê yê komên muxalefetê hat kuştin.
SOHR’ê destnîşan kir ku komên çekdar li gundê Şiniyê yê rojavayê Humisê bi ser malekê de girtin.
Li vir du hevjînên hev Kuştin.
Ciwanek ji bajarokê Mizêrîb ê gundewarê rojavayê Derayê jî di encama gulebaranê de hat kuştin.
SOHR’ê da zanîn ku li herêma Cisir El Şixûr a gundewarê Idlibê cenazeyê du ciwanan hatin dîtin.
Her wekî li herêma Komonat ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer bi erebeyekê ve, kesek hat kuştin.
SOHR’ê da zanîn ku li gundewarê Helebê du çeteyên dewleta Tirk di kemîna hêzên ewlehiya giştî ya desthilata Şamê de hatin kuştin.



