Ji bo gerîlayê HPG’ê Amed Botan (Mihemed Faris) ê ku 2021’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, merasîmeke xiyabî hat lidarxistin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ji bo gerîlayê HPG’ê Amed Botan (Mihemed Faris) ê ku 2021’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, merasîmeke xiyabî li pêşiya mala wî ya li taxa Enteriyê li dar xist.
Di merasîmê de malbatên şehîdan û saziyên civaka sivîl beşdar bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo axivî û got: “Şehîdan li hemberî dagirkeran sekinîn û navên xwe bi tîpên zêrîn di rûpekên dîrokê de nîvisandin.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî jî qala têkoşîna malbata şehîd Amed kir û wiha dom da axaftina xwe “Em çiqasî behsa berxwedan û têkoşîna şehîdan bikin, em nikarin heqê wan bidin.”
Endama Kongra Star Leyla Murad jî di merasîmê de axivî û got, şehîd sembola azadî û rûmeta gelan e. Leyla Murad banga xwedîderketina li destkeftiyên wan kir.
Endamê PYD’ê Ebdulhelîm Iko jî axivî û soza domandina xeta şehîdan da.
Di dewama merasîmê de endamê Kongra Îslama Demokratîk Mazin Harûnî jî ayetên Quranê yên li ser nirxên şehîdan di îslamê de xwendin destnîşan kir ku şehîd nirxên herî pîroz in û.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir li ser şehîd Amed axivî û got: “Şehîd Amed xwedî rihekî şoreşgerî bû. Hezkirina wî li hemberî şoreşê mezin bû. Malbata wî ji destpêka şoreşê ve cihê xwe di nava têkoşînê de digire û di pêşkêşkirina berdêlan de dudilî nebûye.”
Piştî axaftinan, wesîqeya şehîd Amed Botan hat xwendin û radestî malbata wî hatin kirin.
Hêjaye bi bîrxistinê ye ku Amed Botan şehîdê sêyemîn ê malbatê ye.



