Li bakurê Yemenê artêşa Amerîkayê herî kêm 10 êrişên hewayî birin ser cihên Hûsiyan.
Medyaya nêzî Hûsiyan ragihand ku artêşa Amerîkayê duh êvarê herî kêm 10 êrişên hewayî li ser bakurê Yemenê pêk anîne.
Hate ragihandin ku êrişên hewayî yên Amerîkayê depoyên çekan ên li Enstîtuya Pîşeyî ya li Al Bayda û El Salem li Saada kirin hedef.
Her wiha cihên li navçeya El Mûnîre, li bakurê Hudeydayê û kampeke li navçeya Mukeyras a li El Beyda hatin hedefkirin.
Heta niha der barê encamên êrişan de ti agahî nehatine bidestxistin.
Hûsiyan bi armanca piştgiriya Xezayê, di Adara îsal de jinûve êrişên xwe li dijî keştiyên Îsraîl û DYA’yê yên li Deryaya Sor dabûn destpêkirin.
Li beramberî wê DYA’yê êrişên hewayî yên tund li ser çend parêzgehên bakur û rojavayê Yemenê yên di bin kontrola Hûsiyan de dan destpêkirin.



