Yekitiya Jinên Ciwan ên Helebê bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.
Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Ji bo azadiyê dem dema pêşengtiyê ye” Yekitiya Jinên Ciwan ên Helebê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist.
Xwendekar, endamên meclis, komîn û saziyên sivîl tev li meşê bûn.
Di meşa ji pêşiya Dibistana Beraa Bin Malik a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê destpê kir de wêneyên Rêber Abdullah
Ocalan û pankartên bi nivîsên “Jin, Jiyan, Azadî” hatin hildan.
Girseya meşê li Qada Cebanat sekinî û deqeyek rêz hat girtin. Endama Yekitiya Jinên Ciwan Zeyenb Ebdo axivî. Zeyneb di axaftina xwe de bal kişand ser banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan û got:
“Ev bang li ser asta xwecih, herêmî û navneteweyî hat qebûlkirin û bû sedema guhrtinan li Rojhilata Navîn û cîhanê.”
Zeyneb ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.
Meş bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.



