Li bajarê Şêranê yê Kobanê mamoste û şagirtan pêşangeheke destkarî û berhemên çandî vekir.
Li bajarê Şêranê ya kantona Firatê îro bi dehan mamoste û şagirtan pêşangehek li Dibistana Şehîd Dilovan vekir.
Di pêşangehê de bi dehan destkarî û wêneyên mamoste û şagirtan hatin pêşandan.
Pêşangeh bi amadebûna bi dehan şênî, şagirt û mamosteyan, bi destê dayika şehîd Dilovan hat vekirin.
Pêşangeh bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.



