Li bajarê Bologna yê Îtalyayê gaveke dîrokî hate avêtin.
Ji bo Rêber Apo welatîbûna rûmetê hate dayîn.
Belgeya welatiyê ya rûmetê ji aliyê seroka şaredariya Bologna ve radestî biraziyê Rêber Apo û parlementerê DEM Partî Omer Ocalan hate kirin.
Ragihandina Îtalayayê jî eleqeyeke mezin nîşan da.
Omer Ocalan têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal daxuyanî da û got,
“Bi wergirtina welatibûna rûmetê ya Birêz Abdullah Ocalan em serbilind in.
Ji bo rûmetkirinê li ser navê Birêz Ocalan û Gelê Kurd spas dikin. Em bi hêvîdar in ev xelat bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê.”



