Tevî banga Rêber Apo jî, dewleta Tirk a dagirker sîstema êşkence û qirkirinê li Îmraliyê didomîne.
Şêniyên bajarê Şedadê daxwaza azadiya Rêber Apo kirin û diyar kirin ku “peyama dawîn a Rêbertî banga aştî û jiyana hevbeş a ji bo hemû pêkhateyan û pêkanîna wekhevî û edaletê ye”.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xedîce El Xidêr destnîşan kir ramanê Rêber Apo rêya rizgarkirina gelên herêmê ji koletiyê ye. ”
Çalakvanê mafên mirovan Mihemed Xelîl anî ziman ku armanca Rêbertî azadiya hemû gelên herêmê ye û got:
“Peyama dawîn a Rêbertî banga aştî û jiyana hevbeş a ji bo hemû pêkhateyan û pêkanîna wekhevî û edaletê ye



