Rêvebiriya kampa Holê komeke ku 866 koçberên Îraqî pêk tê, ber Îraqê ve rêkirin.
Her wekî beşa sêyemîn a ji kampa El Erîşa jî, vegeriyan herêmên xwe yên Dêrazorê.
Koma koçberên Îraqî ya nû ji 241 malbatan ku nêzîkî 866 kesan e pêk hat.
Karwanê koçberan di bin çavdêriya hêzên Asayîşê û Koalîsyona Navdewletî de ber bi xaka Iraqê ve bi rê ket.
Ev pêngav di çarçoveya hevkariya di navbera Rêveberiya Xweser û Komîteya Koç û Koçberan a Parlamentoya Iraqê de, hatin şandin.
Ji kampa El Erîşa 88 koçber vegeriyan malên xwe
Li kampa El Erîşayê jî beşa sêyemîn a koçberên ku bi dilxwazî vedigerin herêmên xwe, ji kampê derketin.
Kom ji 88 kesan pêk hat ku piraniya wan şêniyên Dêrazorê ne û ji ber şer û pevçûnên li herêmên wan koçber bûbûn.
Derketina koçberan bi serpereştiya Desteya Kar û Barên Civakî û UNHCR’ê di bin parastina Hêzên Asayîşê de pêk hat.



