Kongra Star a bajarê Qamişlo bi armanca girêdana jinan bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan şevbuhêrkek organîze kir.
Kongra Star li Parka xwendinê ya Qamişloyê bi amedebûna jin û dayikên şehîdan şevbuhêrkek li dar xist. Li cihê şevbuhêrkê bi rengê folkorî û bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, dayika Uweyş, wêneya şehîd Menîca Heyder hatin daliqandin.
Dayikan bi cil û bergên xwe yên filklorî yên girêdayî çanda Kurdî şevbuhêrk geş kirin. Çalakî bi guhdarkirina peyama Rêber Abdullah Ocalan a ku di 8`ê Adarê de ji jinan re hatibû şandin dest pê kir.
Paşê ji hêla Koma Agirî ya girêdayî Hîlala Zêrîn stran hatin gotin. Ji dayikên amade bûyî, Necah Gulo têkildarî hevdîtinên xwe bi Rêber Apo re axaftin kir.
Şevbuhêrk bi nîqaşkirina rola Jinan di nava şoreşê de û bi xwendina helbestan bi dawî bû.



