Koçberên bajarê Girê Spî û bajarokê Silokê yên dagirkirî banga vegera ewle li cî û warê xwe kirin.
Koçberên bajarê Girê Spî û bajarokê Silokê li ser civîna 12’ê Nîsanê û vegera wan ya ewle axivîn.
Koçberê bi navê Îbrahîm El Îsa yê ji gundê Xirbet El Beqer yê gundewarê Girê Spî bi xemgîniyekê got:
“Em pir kêfxweş bûn piştî peymanê ku em ê vegerin cih û warê xwe.
Lê ev zêdeyî mehekê li ser civînê derbas bû û hîna tu gavên pratîkî li ser erdê nehatine avêtin.
Çete hîn li gundên me ne, weke ku tiştek nehatibe guhertin.”
Her wiha koçberê binavê Ezîz El Mezroî yê ji bajarokê Silokê yê dagirkirî jî wiha got:
“Ev zêdeyî 5 sal in em koçber in.
Em di germa havînî û cemeda zivistanî di nava kampan de dijîn.
Hebûna çeteyan li pêş vegera me astengiya herî mezin e.”
Di dawiyê de koçberan bang li desthilata Şamê kirin ku hesab ji her kesê ku sûc kirine were xwestin.
Da ku em vegera ewle ya li malên xwe misoger bikin.”
Hêjayî bi bîrxistinê ku di 12’ê Nîsanê de civîn di navbera Fermandariya Giştî yê “QSD” û serokê demikî yê desthilata Şamê çê bû.
Di civînê de avakirina komîteyeke taybet bi vegera koçberan hat nîqaşkirin.



