Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê li 7 gundên ku berê di bin desthilata rejîma Baasê de bûn, komîn û meclisên xwecihî ava kirin.
Li gundên Huseyniye, El Salihiye, Hatla, Marat, Mezlûm, Xeşam û Tabiyê yên Dêrazorê ku berê di bin desthilata rejîma Baasê de bûn, Meclisa Herêma Rojava ya kantonê dest bi birêxistinkirinê kiribû.
Li wan gundan komîn û meclis û komîte hatin avakirin da ku kar û barên gundiyan bi rêxistin bikin.
Hevserokê Meclisa Herêma Rojava ya Kantona Dêrazorê Fayiz El Kihêt diyar kir ku ev pêngav di çarçoveya birêxistinkirina civaka li herêmên ku berê di bin desthilata rejîma Baasê de bûn, pêk tê.
Her wiha destnîşan kir ku wan destpêkê serdana şêniyan û rûspiyên herêmê kir û xebatên Rêveberiya Xweser ji wan re şîrove kirin û ev xebat ji aliyê şêniyên herêmê ve bi dilxweşî hat pêşwazîkirin.
Fayiz El Kihêt diyar kir ku li gorî amarên destpêkê nêzîkî hezar û 500 malbat vegeriyane gundên Huseyniye û El Salihiye.
5 hezar gundê Hatla, 4 hezar gundê Marat, hezar û 700 gundê Mezlûm, 2 hezar û 750 gundê Xeşam, û 2 hezar û 500 malbat vegeriyane gundê Tabiya.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku komîn bi hilbijartinan hatin avakirin ku hemû beşên civakê temsîl bikin.



