Pergala parastinê ya Rûsya ragihand ku wê 26 dronên Ukrayna xistine.
Duh bi şev pergala parastinê ya Rûsyayê 26 dronên Ukrayna xistin xwarê.
Li ser vê mijarê Wezareta Parastinê ya Rûsya îro daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pergala parastina hewayî ya Rûsya di saetên şevê de 26 dronên Ukrayna xistine.
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin:
“Li herêma Voronezh 9 , li herêma Belgorodê 8, li herêma Kurskê 4 , li herêma Lipetskê 2 , li Qirimê 2 , li herêma Moskovayê 1 dron hatin rûxandin.
Wezareta Parastinê ya Rûsya di daxuyaniya xwe ya duh de diyar kiribû ku pergalên wê yên parastina hewayî çar bombeyên JDAM, 5 mûşekên HIMARS yên amerîkî û 304 dronên Ukrayna îmha kirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên Rûsya li Ukrayan depoyên moşek û dronan, tesîs û navendên leşkerî yên perwerdekirinê, kirin hedef.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li 144 herêmên li nuqteyên demkî yên teşkîleyên komên çekdar ên Ukraynayê jî hatin xistin.



