Îro şandeyeke hevbeş a Desthilata Şamê û Rêveberiya Xweser gihaşt Şêxmeqsûd.
Li gor agahiyên destpêkê, şande li nava herdu taxên kurdan digeriya.
Nûçegihana me ragihand ku di nava şandeyê de, Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd û ji hêla desthilata Şamê jî Serokê Komîteya Danûstandinê di navbera QSD’ê û Şamê de Hisên Selamê û Rêveberê Karûbarên Siyasî Seed Neisan cihê xwe di vê şandeyê de digirin.
Ev şande piştî pêkanîna 3 bendên peymana 1’ê nîsanê ya di navbera Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Desthilata Şamê, tê van taxan.



