Konferansa Neteweyî ya Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dihat payîn di 18’ê Nîsanê de bê lidarxistin, hat taloqkirin.
Di hat gotin ku di 18’ê Nîsanê de wê Konferansa Neteweyî ya Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were li darxistin.
Lê Konferansa Neteweyî ya Kurd a Rojava ragihand ku lidarxistina konferansê hatiye taloqkirin.
Her wiha çavkaniyan diyar kirin ku sedema taloqkirina konferansê ji ber hin mijarên teknîkê yên têkildarî hin aliyên beşdara ne û got:
“Xebatên wan ên lidarxistina konferansê di demeke nêz de, tevî beşdariya girseyî û aktîf wê bidome.”
Hêjayî bibîrxistinê ku encamên yekîtiya partî, hêz û rêxistinên Kurdî di Newrozê de bihata aşkerakirin.
Lê komîteya amadekar ji ber hin astengiyan eşkerekirina encamên danûstandinan taloq kiribû.
Hat diyarkirin ku hêz, partî û rêxistinên siyasî yên Kurdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser daxwaza gel li ser belgeya yekitiyê li hev kirin.
Li gorî berpirsan, belgeya ku partî û hêzan li serê li hev kiriye ew e:
Tekeziyê li ser avakirina komîteyeke ji bo gotûbêjkirina mafên gelê Kurd bi desthilata Şamê re.
Bidestxistina mafên Kurdan û tevlêkirina wan di destûra nû ya Sûriyê de dike.



