Ji ber ecaca hefteya borî ya li bajarên başûrê kantona Cizîrê çêbûye, zirarên mezin bi sebzeyên havînê yên li bajarê Holê û gundewarê wî bûn.
Cotkaran jî hewl da mewsima mayî jî xelas bikin ku zirarên xwe tawîz bidin.
Di 8 û 9’ê Nîsanê de, li bajarên başûrê kantona Cizîrê bi taybetî li Hesekê, Şedadê, Hol û Til Birakê bahozeke xurt tevî tozê (ecac) rabû ku leza hewayê 30 kîlometre di saetê de derbas kir.
Hemwextî wê jî pileyên germahiyê jî di nava şev û rojê de hatin guhertin.
Ji ber bahozê û guhertinên avhewayê yên lez zirarên mezin bi sebzeyên havînê bûn, bi taybet ên di pergala tunelên blastîkî yên li eraziyên mayînde de hatine çandin.
Herî zêde bajarê Holê û gundewarê wî zirar dîtin.
Der barê vê mijarê de, cotkar Hesen El Salih ê ji bajarê Holê axivî û got:
Ji ber bahoza xurt a îsal, zirareke mezin gihîşt berhemên çandiniyê û ev mewsim ji bo cotkaran bû mewsima zirarê.
Ji bo ku em mewsimê bi ser bixin, me di dirêjahiya 3 mehan de xizmet û pereyekî zêde da.
Tevî zirarê dîsa jî em ê hewl bidin beşên mayî yên berhemên xwe bibin serî da ku li şûna zirarê bigirin.
Tê zanîn ku îsal rêjeya barîna baranê gelekî kêm bû û vê jî barê cotkaran giran kir.



