Şêniyên kantona Firatê sersaxî da malbatên şehîd Çiyager Dîcle û şehîd Şiyar Herekol.
Merasîma sersaxiya şehîd Çiyager Dîcle ku di 22`yê Tîrmeha 2024`an de li herêma Zapê şehîd bûbû, li taxa Miştenûrê ya Kobanê hate lidarxsitin.
Merasîma sersaxiya şehîd Şiyar Herekol jî ku 9`ê Kanûna 2024`an li Minbicê şehîd bûbû, li gundê Qeremuxê yê Kobanê li dar ket.
Di merasîma li Miştenûrê de hevserokê Desteya Gaziyên Şer û Malbatên Şehîdan a Kobanê Mistefa Êto axivî û diyar kir ku bi saya şehîdan ew gihaştine vê pêvajoyê û got: “Di dîroka gelê Kurdistanê de em rastî gelek berxwedêrên wekî Çiyageran hatine, bi saya wan jî em li vir in.”
Rêvebera Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedîa Miho jî got: “Şehîd Şiyar ku bavê wî û birayê wî jî şehîd in, xwedî li wê sozê û wê xetê derket.
Va ye di 4 mehan de destanên dîrokî bi destê hevrêyên Şiyar hatin nivîsandin û careke din me mohra xwe li dîrokê da.”
Her du merasîmên sersaxiyê bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bûn.



