Kongra Star bang li rêxstinên navneteweyî kir ku korîdorên mirovî yên ewle ji bo gelên berava Sûriyê vekin.
Kongra Star dibêje desthilata Şamê ya bi zêhniyeta DAIŞ’ê tev diger wê nikaribe pêşeroja Sûrî diyar û demokratîk bike.
Li dijî astengkirina alîkaliyên mirovî bo xelkên perava sûriyê Kongra Star peyamek da û tekez kir ku ew komkujiya li ser jin, zarok û gelê elewî li pervava sûriyê qebûl nakin.
Konira Star dibêje, hişmendiya qirkirinê diyar dike ku ev çete berdewamiya rêxistina DAIŞ û islama radîkal e.
Li gorî sîstema netewperest, olperest û zayendperest tev digere, bê goman wê nikaribe pêşeroja Sûrî diyar bike.
Kongra Star: Divê ji bo gelê berava Sûriyê degehekî mirovî yê ewle vebe
Kongra Star dawiyê bang li hemû rêxistinên jin kir ku xwedî li jinên beravê derkevin.
Her wekî bang li NY, civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan jî kir ku deriyekî mirovî bi ewle û lezgîn bê vekirin da ku pêwîstiyên lezgîn bighêjin gelê berava Sûriyê.



