Îlham Ehmed destnîşan kir ku siberoja Sûriyeyê li ser sîstema navendî nayê avakirin û nenavendîtî yekane rêya bidawîkirina aloziya heyî ye. Her wiha bang kir ku hemû alî beşdarî nivîsandina destûreke nû ya demokratîk a Sûriyeyê bibin.
Îlham Ehmed di destpêka axaftinên xwe de tekez kir ku ne pêkan e Sûriye vegere serdema beriya sala 2011’an, ji ber ku sîstemên navendî pirsgirêkan çareser nakin, lê wan aloztir dikin. Her wiha tekez kir ku divê rêz li cihêrengiya Sûriyeyê bê girtin û mafên Kurdan û hemû pêkhateyên din di destûrê de bên mîsogerkirin.
Îlham Ehmed diyar kir ku nepejirandina nenavendîbûnê dê bibe sedema nakokiyên nû û piraniya xelkê Sûriyeyê sîstemeke navendî naxwaze. Her wiha got: “Ji bo derketina ji vê qeyranê pêwîstiya Sûriyeyê bi çareseriyên nû heye.”
Her wiha Îlham Ehmed bal kişand ser girîngiya beşdarbûna hemû aliyan di nivîsandina destûrê û rêveberiyê de ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û got: “Em dixwazin beşdarî nivîsandina destûr û rêveberiyê bibin. Gelê Sûriyeyê bi biryar e ku ji bo azadî û rûmeta xwe tê bikoşe û ji armancên xwe paşde gavê naavêje.”
Têkildarî lihevkirin di navbera desthilata Şamê û Rêveberiya Xweser de jî Îlham Ehmed diyar kir ku ew dixwazin lihevkirinên xurttir ji bo proseya destûrî û siyasî û avakirina Sûriyeyê pêk bînin.
Îlham Ehmed her wiha behsa lihevkirina di navbera fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerî de jî kir û diyar kir ku ev lihevkirin ji bo pêkhateyên cihêreng ên Sûriyeyê girîng e û tawanên ku dibêjin Rêveberiya Xweser daxwaza cudabûnê dike, pûç kirin.
Îlham Ehmed behsa ezmûna herêma federal a Başûrê Kurdistanê jî kir û diyar kir ku ezmûna herêmê di dîroka Kurdan de girîng e. Her wiha got rewşa Kurdan û rewşa jeopolîtîk li Sûriyeyê bi giştî, ji vê ezmûnê cuda ye û divê ev cudahî li ber çavan bê girtin.
Foruma 9`emîn a Silêmaniyê ku li Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.



