Şêniyên bajarê Til Birakê diyar kirin ku Danezana Destûrî ya ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye nivîsandin nûnertiya îradeya gel nake.
Şêniyên bajarê Til Birakê yên kantona Cizîrê helwest û nerazîbûna xwe nîşan dan.
Endamê Meclisa Til Birakê Fatima El Ehmed diyar kir ku ev destûr hemû pêkhateyan nagire nava xwe.
Fatima El Ehmed hêvî kir ku modela Rêveberiya Xweser bibe bingeha destûra Sûriyê.
Her wiha mamoste Rakan Xelîl jî destnîşan kir ku rêveberiya xweser di sala 2023’an de li ser esasê tevlîbûna civakî ya berfireh û giştî peymaneke civakî pejirand û got:
“Em vê peymanê weke pêşniyareke cidî dibînin ji bo avakirina Sûriyeke nû.
Di dawiyê de Endama Meclisa Bajarê Til Birakê Sîmav Mehmûd jî wiha axivî:
“Em weke gel pêdiviya me bi welatekî ku her kesî di nav xwe de bigire, heye.
Em dixwazin gel di nîvisandina destûrê de tevkar be, divê peymana ciakê ya ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nivîsandine bibe beşek sereke ji destûrê.”
Di 13’ê Adarê de desthilata Şamê danezaneke destûrî weşand.
Gelê Sûriyê vê destûrê şermezar kirin ji ber ku yekrengiyê û pirrengiya nas nake.



