Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk DTK’ê Leyla Guven Ji bo Sirri Sureya Onder peyamek şand û got:
“Ji bo miroveke wiha bi qedir û qîmet di nava me de bimîne, ji nava dilê xwe dua dikim.”
Leyla Guven a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sincarê tê ragirtin, ji bo Parlementerê DEM Partî û endamê Şandeya Îmralî û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureya Onder peyamek ya ‘derbasbûnê’ şand.
Leyla Guven di peyama xwe de got:
“Sirri Sureya Onder bi nêzîkatiya xwe ya giştî, baweriya xwe ya aştiyê, bi ked û dîsa têkoşîna xwe ya ji bo aramî li vî warî pêk were, mirovek bi qedir e.
Her tiştê ku mirov di oxira wê de ruhê xwe dane holê, têkildarî hesreta ku her kes bi baweriya xwe bijî ve girêdayî ye, dema ku ew vê têkoşînê dike, dilê her kesê dilerizîne.
Ji bo miroveke wiha bi qedir û qîmet di nava me de bimîne, ji nava dilê xwe dua dikim.
Niyazên xwe yên başî û qenciyê ji bo malbat û heskiriyên wî dişînim.”



