Xelkê kantona Dêrazorê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Cîhad Kemal Ebdulqadir spart axê û soza şopandina rêça şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.
Di merasîma oxirkirinê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Reşa Mihemed sersaxî da malbata şehîd û got: “Şehîd di van rewşên zehmet de dersên jiyanî dan me û axa welat bi fedakariyên xwe parastin ku zarokên me bi azad bijîn.”
Reşa wiha domand: “Em dev ji parastina xwe ku bi saya şehîdan hatiye parastin bernadin.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê li Besîra Ebû Mistefa El Şihêl axivî û soza şopandina rêça şehîdan û domandina têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê da.
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.



