Amedspor bi pankarta “Derbasî be kekê Sirri” derket sehayê.
Lîstikvan û alîgirên Amedsporê Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ji bîr nekirin.
Alîgirên Amedsporê beriya maça li hemberî Klûba Fûtbolê ya Çorûmê dest pê bike ji trîbunan dirûşmeyên “Li ber xwe bide kekê Sirri” berz kirin. Pankarta, “Dilê aştiyê mezin e. Ev dil wê bêdeng nebe. Em bi te re ne kekê Sirri” vekirin.
Lîstikvanên Amedsporê jî beriya maç dest pê bike bi pankarta “Derbasî be kekê Sirri” derketin sehayê.
Peyama pankartê bi çepikên ji trîbunan hat pêşwazîkirin.
Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder di 15’ê Nîsanê de krîza dil derbas kiribû û hêna jî li nexweşxaneyê tedawiya wî dewam dike.



