6 roje Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureya Onder ku krîza dil derbas kir li nexweşxaneyê derman dibe.
Îro ji nexweşxaneyê daxuyaniyek nû hate dayîn û hate ragihandin xeteriya li ser jiyana wî didome.
Bijîşkên Onder diyar kirin ew li beşa çavdêriya awarte ye û rîsk gelekî bilind e, hê nehatiye ser hişê xwe û refleksên wî ne di asta tê xwestin de ye.
Bijîşk dibêjin aliyê rastê yê dil ku di emeliyata destpêkê de qet nediliviya, bi temamî nebe jî dest bi livandinê kiriye.
Hate diyarkirin bi cîhaza piştgiriya bi dil re dermankirina Onder didome.



