Hejmara kesên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 51 hezar û 240’î.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê agihand ku li Xezayê di 24 saetên dawî de 39 kes mirin û 62 kes jî birîndar bûn.
Her wekî piştî 19’ê Çileyê agirbesta li Xezayê xerabû û şunde jî hejmara miriyan weke hezar û 864, ya birîndaran jî 4 hezar û 890 kes hate tomarkirin.
Weke bîlançoya giştî jî Wezareta Tenduristiyê da zanîn ku li Şerîda Xezayê hejmara miriyan derketiye 51 hezar û 240 û ya birîndaran jî derketiye 116 hezar û 931.
Di daxuyaniyê de hat dubarekirin ku li Şerîda Xezayê hîna jî bi hezaran mirî di bin kavilan de ne.



