Li Sûriyê li herêmên ku di bin kontrola desthilata şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk, kuştin û revandin roj bi roj zêde dibe.
Di 24 saetên dawî de 18 kes hatin kuştin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê 18 kes li deverên cuda yên Sûriyê di 24 saetên dawîn de hatin kuştin.
SOHR’ê diyar kir ku cenazeyê 7 kesan ku berî 5 salan ji aliyê Baasê li bajarê Seraqibê yê Idlibê hatibûn kuştin, hate dîtin.
Li gundê Telîsiyê yê Hemayê zarokek di encama teqîna mayînekê hat kuştin.
Li gundê Um Celal ê Idlibê jî zarokek dema pez diçêrand di encama teqîna mayîneke de hat kuştin.
Ciwanek ji gundê Ceberbûn ê Laziqiyê jî li nêzî gundê Dêr Etiyê yê li ser rêya Şam-Humsê di rewşeke biguman de hat kuştin.
Li taxa Ceb El Qibê û taxa Merce yên Heleb ji ber pevçûnên malbatî 2 kes hatin kuştin.
Li bajarê Înxil yê Derayê jî kesek ji aliyê çekdarên nenas hat kuştin.
Li gundê Ereb Ebû Telîse yê Hemayê jî du 2 kes ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin.
Hate diyarkirin ku li devera Lîwa 137’an a Dêrazorê kesek ji ber teqîna mayînekê hat kuştin.
Li bajarokê Xeranîc ê Dêrazorê jî di encama gule barana li dawetekê de kesek hat kuştin.
Li nêzî goristana El Hemdan a El Bukemalê ya Dêrazorê cenazeya jinekê ku bi guleyan hatibû kuştin, hat dîtin.



