Hêzên Îsraîlê li gundê Qehtaniyê yê gundewarê Quneytirayê bi ser gelek malên welatiyan de girt.
Her wiha di dewama dibistanê de jî bi ser dibistana gund de girt.
Di vê çarçoveyê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) got:
Li gundê Qehtaniyê yê gundewarê Quneytirayê hêzên Îsraîlê bi ser malên welatiyan de girtin û dest bi lêgerîn û kontrolkirinê kirin.
Di dema dewama dibistana Qehtaniyê de jî, hêzên Îsraîlê bi ser dibistanê de girt.
Di encamê de rewşeke tirsê di nav xwendekar û mamosteyan de derket.
Duh jî, hêzên Îsraîlê ji nişkê ve derbasî gundên Işe û Eseh ên gundewarê Quneytirayê bûn û bi ser malan de girtin.



