Li Efrîna dagirkirî di çarçoveya tunekirina xwezayê, birîna daran didome.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku çeteyên Siltan Murad di dawiya sala 2024’an 550 dar ji navçeya Bilbilê birîne.
Ev dîmenê ji nava zeviyê li navçeya Bilbilê a Efrîna dagirkirî hatiye kişandin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê belav kiriye.
Tê de wer tê xuyakirin bê çawa ev daran tên birîn.
Rêxistinê da zanîn ku çeteyan ew dar bi amûrên birînê yên pêşketî qut kirine.
Li gorî wê, çete piştî ku daran dibirin wan dikin êzing û li bazaran difroşin.
Rêxistinê eşkere kir ku tevî zivistanê derbas bû lê hîn jî birîna daran didome
Çimkî armaca wan ne agir û ezgin e, armaca wan tunekirina xwezaya Efrînê ye.



