Desthilata Nû a Şamê mafên jinê di saziyên deweletê binpê dikin.
Li Siwêdayê komîteyek rêveber bêyî ku jinek cihê tê de bigre hate avakirin.
Parêzgerê Siwêda Mistefa El-Bikor komîteyek rêveber ji bo şopandina karê saziyên dewletê ava kir.
Komîteya ku hatiye avakirin ji 8 mêran pêk tê û her yek ji wan karekî wî yê teybet heye.
Lê di komîteya rêveber de jin jê bê par in!
Beriya çend rojan jî jinek ji Siwêdayê ji ber van siyasetên desthilata nû di ruyê parêzgerê Siwêdayê qîr kir.
Ne tenê ev, her roj li qada El-Kerama bi mêtingan desthilata nû, destûra wê û kongreya wê red dikin.
Li beramberî wê daxwaza dewletek demokratîk ku mafê hemû pêkhateyan bigre dikin.



